BILBIL Û GUL
Bilbilê dilkul dinalî, Pertewa dêmên sipî
Her li ser dêmên gulê, Carek li dil ku ew nedî
Gul çi zanî ku li ser kê, Çend bikî qêrîn û zarî
Wer dinalî bilbile? Kî dizanî dil kule?
Dilgirê wek bilbilê Dilbijê bê çare çibkî
Herdem bi nalîn û girî Bil ji qêrîn û girî
Girtiyê benda evînê Ê di benda dil revînê
Dil li benda sunbile. Kî dizanî bê dile?
Ev xem û derd û elem Ew kesê sewdan li ser
Ku min di dil de pir civîn Naçî rêza dilgiran
Tev ji pêt û pertewa Her çiqasî ew bi gazî
Þaha bi tac û sunbile Rengê dengê zengile
Ger ji dêmên sorgulî Ez di benda dilrevayê
Pertew nedî nêv can û dil Tîr ji birhan têne dil
Nakevî nêv bend û dava Lêw me dil herdem bi destê
Zulfê mest û fulfile Nazika reþ-kakile
Ew kesê carek diye Pertewa dîdariyê
Derdê evînê wî bi dil Ku mêxolî ez kirim
Jar û sergerdan û meste Laleþa min ser li ber
Xweþ dizanî "miþkile" Danî li sîng û paþilê
Bûye çil sal ku cigerxwîn
Bû ji tîrên ebriwan
Lew me dermanê birînê
Lêv û sêvên paxile
DAYÊ TU MEGRÎ
Rom û ecem tev welat vegirtin
Bindest dijîn em, ji ber ku kurd
Çira û rewþen li me vemirtin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Xwendin nehiþtin li nav me kurdan
Ne hiþ, ne bîr man ji êþ û derdan
Ev bax û bostan, ji dest xwe berdan
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Þêx û began tev em kirne kola
Bê maf û bê cî berdane çola
Dan ser milên me darên dehola
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Mizgîn! Tu þabe va em dixwênin
Azadîxwazên cîhan dibînin
Divê ku dijmin bi zor derênin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Va em þiyarbûn, xwende û zana
Me rê tev girtin ji ber nezana
Zû, zû me naskir ev reng dizana
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Dijmin du nifþin: hundur û derve
Hinek di binve, hinek di serve
Kurdên nezan jî tên me bi serde
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Divê ji bo te em rast bibêjin
Bindest û kola tim jîndirêjin
Nabin xwedî maf, xwînê nerêjin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Em tev diçin tên, dolab û çerxin
Mebîne ko em ciwan û ferxin
Divê ku dijmin ji nav xwe derxin
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Divêt bi leþker herin zinaran
Konê xwe vegrin li pêþ neyaran
Êrîþ bikin em bi gullebaran
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Reþa xwe bavêj, dayna cilên xwe
Kelaþînkofê bavêj milên xwe
Xeman em derxin ji nav dilên xwe
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Sûndê dixun em bi pût û late
Heta ku negrin Zab û Ferate
Serbest nekarin em bêne ba te
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Rabe bi hev re em herne þaxan
Derman bikin jin: lash û kelaxan
Ronî bidin xweþ rengê çiraxan
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Milên xwe bidne milên me þêran
Di þevreþan bin rengê sitêran
Þêr tevde þêrin, çi jin çi mêran
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Dayê em xortin xwîna me germ e
Bindest bimênin ji bo me þerm e
Ta kengî dijmin paþa li ser me ?
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !
Îdî me nabên ev reng û ev jîn
Em tev shiyarbûn Ferhad û Þêrîn
Em guh didêrin dengê Cigerxwîn
Ger bêne kuþtin, dayê tu megrî !